18 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
WASHINGTON
Qesra Spî li ser îdiayên ku Tirkiyeyê li Efrînê çeka kîmyayî bi kar anî got ku Amerîka vê yekê "pir derveyî îhitmalê" dibîne.
Rayedarekî Qesra Spî daxuyanî da ajansa nûçeyan a Amerîkan Associated Pressê û diyar kir, wî nûçeyên ku PYD/PKKa rêxistina terorê li ser medyaya civakî belav kirine û tê da tê îdiakirin "Tirkiyeyê li Efrînê çeka kîmyayî bi kar anî" dîtin, lê di destê wan da tu delîlek tuneye ku vê piştrast bikin.
Rayedarê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, li ser îdiayan got ku "em pir derveyî îhtimalê" dibînin.
Rayedarekî Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî jî daxuyaniyeke ku dişibe daxuyaniya rayedarê Qesra Spî da nûçegihanê AAyê.
Rayedar diyar kir, haya wan ji nûçeyên mijara navborî heye û wiha dewam kir:
"Em pir li derveyî îhtimalê dibînin ku Artêşa Tirkiyeyê çeka kîmyayî bi kar anîbe. Em bang dikin ku li Efrînê dûrî sivîlan herin û sivîl werin parastin."
- Îdia wek propagandaya reşkirinê ya PYD/PKKê û rejima Esed derket
Rejima Beşşar Esed ji bo ku Operasyona Çiqla Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeyê ya Azad reş bike, ajansa nûçeyan a SANAyê ku girêdayî rejima Esed e, îdia kiribû ku duh êvarê li gundê Mezyeneya Efrînê 6 kes bi xaza jehrê ketin û tên tedawîkirin. Ajansê rêvebirê kurd ê nexweşxaneya Efrînê wek çavkaniya nûçeyê nîşan da.
Her çend ev daxuyanî li ser malpera înternetê ya fermî ya SANAyê hat dayîn jî, der heqê îdiayan da tu dîmen nehatin parvekirin. Tenê çend wêne hatibûn parvekirin.
Digel propagandaya reşkirinê ya ajansa nûçeyan a rejimê, dîmenên ku li ser hin malperên nûçeyan û hesabên medyaya civakî yên nêzî PYD/PKKya rêxistina terorê hatin weşandin, berevajiyê îdiayê dide nîşan.
Di vîdeoyên ku hatine parvekirin da kesên navborî li ser hişê xwe ne û dikarin biaxivin, bi rehetî hereket bikin û bedena wan sor nebûye an jî nalerizin.