Haydar Şahin
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
DOHA
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyî ya Qeterê bangî DYAyê kir ku bira helwesteke "tund û eşkere" nîşanî welatên ku li dijî welatiyên Qeterê û milkên wan tevdigerin nîşan bide.
Di daxuyaniya komîteyê da hat diyarkirin ku Serokê Komîteyê Elî bîn Samîh el-Marrî li Washingtonê bi hin rayedarên Wezareta karên Derva ya DYAyê ra axivî.
Marrî di hevdîtinê da got dibê nirxên û rêzikên însanî û peymanên navneteweyî li pêşiya berjewendiyên welatan bên, hişyarî da û got dibe ku bi hinceta çareseriya siyasî îxlal bidomin.
Hat destnîşankirin ku Marrî der barê îxlalên li dijî kesên ku li Qeterê rûdinin da agahî da rayedarên DYAyê û xwest ku bira helwesteke "tund û eşkere" nîşanî welatên ku li dijî welatiyên Qeterê û milkên wan tevdigerin nîşan bide.