15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di fitarê de bi balyoz û Serokên Konseya Kar ên DEÎKê re hat bal hev.
Erdogan di axaftina xwe ya vir de got ku "Ez bangî hemû dinyayê dikim û dibêjim ku werin em hemû bi hev re li mirovahiya xwe xwedî derkevin. Ji kî tê bila bê li ser kî dibe bila bibe em bi tu awayî riza nîşanî zilmê nedin. Bêyî ku em li nasname, gotin, esl û binyad û baweriya wan binêrin em dijî terorê helwest nîşan bidin. Em hemû bi hev re xwedî li mezlûm û xerîban derkevin. Tu gumana min tune ku dê wê demê dinya bibe cihekî wisa ku xweşiktir ku em hemû bikarin lê bijîn. Ji aliyê asta ku em gihaştinê ve hewcedariya dinyayê ne bi lîstikên hêzê heye hewcedarî heye ku em ji pirsgirêkên mirovahiyê re çareseriyan bibînin."
Serokomar Erdogan got "Li dinyaya ku lê milyarek û 700 milyon misilman hene di Konseya Ewlehiyê de welatekî ku gelê wî misilman e tune. Gelo edaletekî wiha dibe? Ji Konseyekî Ewlehiyê yê wiha edalet derdikeve?"
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Helwesta dudil a ku hember pirsgirêka terorîzmê tê nîşandan di çareserkirina mijarên din de hêvî nade me. Ji ber ku li dinyayê welatê ku bedêla herî giran a vê yekê dide em in. Em her dem dijî terorê amadeyê hevkariyê bûn. Heta ku dijî hemû rêxistinên terorê bi heman awayî miamele neyê kirin dê mimkûn nebe ku em dijî vê belayê bi ser bikevin. Bi heman awayî şert e ku pergala ewehiyê ya navneteweyî jî ji nû ve bê avakirin. Bi giştî Neteweyên Yekbûyî bi taybetî jî Konseya Ewlehiyê baş naxebite. Saziyeke navneteweyî ya ku ji pirsgirêkên mirovan, civakan û welatan re çareserî peyda nake mehkûm e ku piştî demek kurt bê tesîr bibe."