ANKARA
Parlamenterê CHPê yê Îstanbûlê Mahmût Tanal, ji bo ku verastkirina di qamûyê de serbestiya sergitinê dide îptal bibe, serî li Şûreya Dewletê xist. Cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê ev mijar nirxand û got, ez ji bo ku Tanal doz vekir naheyîrim, lê ji bo ku doz CHPê venekir, diheyîrim.
Bozdag diyar kir ku di CHPê de tu tiştek neguheriye û wiha axivî: "Eynî tas û eynî hemam. CHPê di dema hilbijartinê de rozet belav dikirin û şalpe didan jinan. Piştî ku qedexeya li ser sergirtinê rabû, CHPê cardin helwesta xwe ya li dijî serbestiyan nîşan da. Ey CHP, ka helwesta te ya qala wekhevî, serbestî, demokrasî û heq û edaletê dikir? An ji derkeve û bêje ew heq û hiqûqa ku me qala vê dikir, ji bo jinên sergirtî derbas nabe. Eger parlamenterê CHPê doza xwe paşve nekşîne yan jî CHP der barê wî de lêpirsînekê veneke, tê wê wateyê ku ev doz CHPê vekirî ye."
Bozdag wiha dewam kir: "Tirkiyeya berê ya ku li dijî serbestî û mafan bû, êdî mumkun nîne. CHP bi rêya dozgeriyê yan jî bi rêyên din nikare helwesta xwe ya li dijî serbestiyan îhya bike."