Elif Orhan
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
HEWLÊR
Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Dijî DEAŞê yê DYAyê Brett McGurk der heqê civîna ku li Navenda Kordînasyona Têkoşîna Dijî DEAŞê ya li rojhilata Mûsilê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re kir, daxuyanî da.
McGurk di daxuyaniya ku li Serqonsolxaneya Hewlêrê ya DYAyê kir de bal kişand ku hevdîtina bi Barzanî re gelekî girîng û dîrokî ye.
- "Mijareke ku em piştgirî bidinê nîne"
McGurk wiha axivî:
"Me bi Barzanî re civîneke gelekî dîrokî ya ku Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubîs û Balyozê Bexdayê yê Îngilistanê Frank Baker jî beşdar bû kir. Em di civînê de li ser gelek serenavan bi taybetî li ser referandûma serxwebûnê ya tê plankirin ku di 25ê îlonê de bê kirin sekinîn. Me helwesta DYAyê ya di vê mijarê de car din gote wan û me got ku di pêvajoyeke wiha de mijareke ku em piştgirî bidinê nîne. Ev ne tenê helwesta DYAyê ye ya hemû koalîsyona navneteweyî ye."
- "Alternatîf Hewlêr û Bexdayê teşwîqê diyalogeke cidî dike"
McGurk diyar kir ku di civînê de gelekî li ser alternatîfa ku ji bo taloqkirina referandûmê hat pêşkêşkirin sekinîn û wiha axivî: "Em dixwazin ku serokên kurd ên siyasî alternatîfa ku hember referandûmê tê pêşkêşkirin cidî bibînin û ji bo qebûlkirina wan piştgiriyên xwe didin. Alternatîf ji bo çareserkirina pirsgirêkan Hewlêr û Bexdayê teşwîqê diyalogeke cidî dike."
McGurk got ku ji ber pozîsyona xwe ya dîplomatîk nikare ku der hqê alternatîfa ku pêşkêşî Barzanî kirin de daxuyaniya berfireh bide.
- "Hemû welatên koalîsyonê de ragihandine me ku piştgirî danin referandûmê"
McGurk destnîşan kir ku piştgiriya navneteweyî û palpişteke qanûnî ya referandûma ku dê HKI di 25ê îlonê de bike tune û wiha axivî: "Ji bo referandûmeke qanûnî divê çavdêr û Neteweyên Yekbûyî hebe. Ji bo referandûma ku dê di 25ê îlonê de bê kriin pêkanîna piştgiriyeke qanûnî ya navneteweyî dijwar xuya dike. Em ji ber vê diyar dikin ku rêya hatiye hilbijartin bi xetere ye. Ne tenê DYAyê hemû welatên di koalîsyona navneteweyî de ragihandin me ku piştgirî nadin referandûmê."
McGurk diyar kir ji bo ku alternatîf çêbe gelekî hewl dan û got ku "Em hêvî dikin ku alternatîfa ku hat pêşkêşkirin bila bê qebûlkirin ji ber ku referandûma ku hatiye tercîhkirin bi xetere ye."