Abdullah Tel
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir ku rejima Beşar Esed ji destpêka şerê navxweyî ya li Sûriyeyê heta îro 214 caran û ji qirkirina Xan Şêxûnê vir va jî 11 carî bi çekên jehrî êrîş kir.
SNHRyê ji ber salvegera yekemîn a êrîşa Xan Şêxûna li ser Îdlibê ya rejima Esed da raporek weşand. SNHRyê ragihand ku di sala dawîn da rejima Esed 11 carên din jî bi çekên jehrî êrîş kir.
Di raporê da hat gotin ku ji destpêka şerê navxweyî ya li Sûriyeyê heta niha rejimê 214 caran serî li emilandina çekên jehrî daye.
SNHRyê di rapora xwe da deverên ku rejimê lê çekên jehrî bi kar anîne parve kir û destnîşan kir ku li Şam û çoltera wê 99, Îdlibê 45, Hemayê 29, Helebê 27 Humsê 7, Derayê 4 û li Deyrazorê jî 3 caran çekên jehrî hatine bikaranîn.
Li gor raporê piştî êrîşa çekên jehrî ya ku hêzên rejimê di 4ê nîsana sala 2017an da li Xan Şêxûnê bi kar anîn vir va li deverên cihê yên welêt 11 carên din jî çekên jehrî hatin emiland.