Fatih Gazioğlu
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya ku bi pêşengiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û beşdarbûna Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokê Dewletê yê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn tê lidarxistin dest pê kir.
Zîrweya sêalî ku mijara wê Sûriye ye ewil 22yê mijdara sala 2017an li Soçiyê hatibû kirin. Zîrweya duyemîn jî niha li Enqereyê li Kuliyeya Serokmariyê tê lidarxistin.
Zîrwe bi mazûvaniya Serokomar Erdogan bi beşdarbûna Rûhaniyê Serokomarê Îranê û Putînê Serokê Dewletê yê Federasyona Rûsyayê ji çapemeniyê re girtî tê kirin.
Di lijneya Tirkiyeyê de Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîkli, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan cih digirin.
Piştî xwarinê Serokomar Erdogan, Rûhanî û Putîn wê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.
Tê texmînkirin ku di danezanê da balê bikişînin ser mijara dewamkirina agirbesta heyî ya li Sûriyeyê, yekîtiya xaka Sûriyeyê û rawestandina binpêkirinên agirbestê li nava Sûriyeyê ku di danezanên beriya niha da jî ji xwe ra cih dîtibûn.
Piştî ku ji hevdîtinên li Cenevreyê encamek derneketibû Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya ewil 22yê mijdara sala par li Soçiyê hatibû lidarxistin.