İbrahim Atmaca
27 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Îsraîl plan dike ku kameramanê Ajansa Anadoluyê (AA) Mistefa el-Haruf ji axa Filistînê ya di bin dagirkeriyê da ye, dersînor bike. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (REN) jî ji bo vê plana Îsraîlê got ku heke biryareke wiha bê dayîn, wê wek sûcê şer were hesabkirin.
Di daxuyaniya ku ji rêxistinê hat dayîn û WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê weşand da hat gotin ku heke biryara dersînorkirina Haruf were dayîn, ev biryar tê meneya binpêkirina Peymana Cenevreyê ya Çaremîn ku di dema şer da sivîl tên parastin û li gor Statuya Romayê ku belgeya avabûna Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî ye, wê sûcê şer were hesibandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku divê ji bo Harufê ku talûkeya wî ya dersînorkirinê heye, li Qudsa Rojhilatê destûra îqametê ya daîmî were dayîn.
Serokê Ofîsa Qudsê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Salih Hîcazî jî got ku redkirina serlêdanê ya destûra îqametê ya Haruf û ji ber sûcdariyên bêbingeh desrînorkirina wî bêhiqûqî ye.
Hîcazî destnîşan kir ku divê Haruf demildest were berdan, binçavkirina keyfî û plana dersînorkirinê ji polîtîkaya Îsraîlê ya demdirêj a "kêmkirina hejmara Filistîniyên Qudsa Rojhilat" e.
Hîcazî got ku divê civaka navneteweyî zextê bide ser Îsraîlê û bangî Îsraîlê kir ku berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî bi cih bîne, destûra îqameyê bide Haruf.
Polêsê Îsraîlê Haruf di 22yê rêbendanê da binçav kiribû û li Girtîgeha Gîvonê ya li Ramlaya Îsraîlê girtî ye. Dozgeriya Îsraîlê dixwaze Harufê Qudsî ku 20 sal e li Qudsê dijî, dersînor bike.