12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ÎDLIB
Ehmed Maeratiyê ku marûzî êrişa kîmyayî ya ku rejima Beşar Esed biribû ser Xan Şêxûnê mabû û bi 4 zarokên xwe ra di tesîra êrişê da mabû got ku di dema qetlîamê da gelekî bêçare man, çaxê ku lawên xwe bire nexweşxaneyê jî bombeyên ku di ser nexweşxaneyê da barandin dîtin.
Ferdên malbata Maeratiyê ya ku ji ber êrişa rejima Esed ji Xan Şêxûna herêma Îdlibê revî û xwe sparte Atmeya kampa li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ji AAyê ra qala bûyerên ku hatin serê wan kirin.
Ehmed Maeratî û Ebdilfettahê kurê wî yê mezin pirsên AAyê bersivandin û hat dîtin ku rewşa Ebdillahê kurê wî yê piçûk hê nebaş e.
Li ser zarokên ku piştî êrişa di 4ê nîsanê da hat kirin li nexweşxaneyeke piçûk a li navçeyê hatin dermankirin hê kincên nexweşan hebû.

Ebdilfettah Maeratî diyar kir ku di hedefa Esed da mixalifên çekdar tunebûn sivîl hebûn û wiha pê da çû: "Em sivîl in, 4 zarên min hene, ez bi bidestxistina nanê wan ra eleqedar im. Esed ji bo ku me ji malên me derxe bi armanca zext û zoriyê êriş kir."
Ebdilfettah got tiştên ku di dema êrişê da dît ji bîra wî naçin û wiha axivî: "Ez çûm nexweşxaneyê û hatim dermankirin. Li nexweşxaneyê gelek kesên ku di tesîra xaza bijehr da mabûn hebûn. Min kincên xwe yên jehrî derxistin û ev kincên niha li ser min in li xwe kirin."
Ebdillahê birayê piçûk hê di tesîra êrişê da bû, xwîn ketibû çavên wî û serûçavê wî werimîbû bi destê xwe va îşaret kir ku nikare biaxive û bersiv neda pirsan.
Ehmed Maeratî destnîşan kir ew sivîl in û wiha dewam kir: "Em çekdar nînin. Em ne piştgiriya Esed û ne jî ya muxalifan dikin. Li herêma êriş hat kirin qadeke leşkerî tunebû. Li bajarê me terorîst tunebûn. Êrişî sivîlan kirin û kesên sivîl zirar dîtin."
Rejima Esed bi çekên kîmyayî êrişî Xan Şêxûna bajaroka Îdlibê kiribû, di êrişê da ji 100î zêdetir kes miribûn û piraniya wan zarok 500 sivîl birîndar bûbûn.