Fatih Gazioğlu
08 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
WASHÎNGTON
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak diyar kir ku Amerîka ji bilî Tirkiyeyê bi sedemên siyasî midaxeleyê dewletên din jî dike û wiha got: "Êrîşa li aboriya Tirkiyeyê tê kirin ji bona bikaranîna hêza aboriyê ya ku ji ser siyasetê ra tê kirin mînakek e. Ev jî di aboriya dinyayê da dibe sedema rîskê. Divê dewletên din jî bi Tirkiyeyê re hereket bikin û wê çaxê em dikarin bi hev ra li dijî krîzên çêkirî stratejiyeke hevpar ava bikin."
Albayrak ji bona kovara Foreîgn Polîcyê gotarek nivisî. Albayrak di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ewle nîne Amerîka aboriya kurewî bi rêva bibe" de wiha got:
"Divê hemû dinya xwe ji êrîşên Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yên li ser aboriyê biparêze. Di nûçeyên kurewî da aboriya Tirkiyeyê di meha tebaxê bû rojev. Sedema vê êrîşên Amerîkayê yên dijî aboriya Tirkiyeyê bû. Ev di têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da bûn sedama şikandina hêviyan. Trump û rêveberiya wî mueyîdeyên eşkere danîn ser dewleteke ku endamê NATOyê ye."
Albayrak diyar kir ku di encama van êrîşan da kurên dowîzê li Tirkiyeyê zêde bûn lê bingeha aboriya Tirkiyeyê saxlem e û wiha dewam kir:
"Aboriya Tirkiyeyê dijî propangandayên neyînî û êrîşên li ser sîstema fînansê hêza xwe nîşan da. Tu daneyên makroekonomîk nebûn sedema kêmbûna nirxê lireyê Tirkiyeyê. Di vê pevajoyê da li ser pergala fînansê û sîstema banqevaniyê tu guherînên girîng çênebûn."
- Serxwebûna Banqeya Navendî ji bo hikûmeta me jî girîng e
Albayrak got ku hikûmet ji bo veberhênan rewşeke baş derxon holê bi biryar e û di vê çarçoveyê da hin tedbîr hildane.
Albayrak di maqaleya xwe de behsa serxwebûna Banqeya Navendî jî kir. Albayrak got ku serxwebûna Banqeya Navendî ji bo hikûmetên AK Partiyê yên ku 16 salan da hatin avakirin herdem girîng bû û ji bo vê hikûmetê jî girîng e û wekî mijareke pêşanî wê bimîne.
Albayrak li ser mijar serîlêdana IMFê jî wiha nivîsî: "Di ajandaya me da niha tiştekê wiha tuneye. Em ê dîsa rezervên dowîzan ji piyasayên navneteweyî hildin. Hedefa me ew e ku veberhênanên biyanî werin Tirkiyeyê. Em ê Tirkiyeyê li aboriya kurewî bikin ciyê înovasyon, lêkolîn û navenda pêşveçûnê."