Önder Beyter
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdariya zîrweya sêalî ya ku mijara wê "Sûriye" ye û Tirkiye, Rûsya û Îran dê beşdar bibin, wê 22yê mijdarê roja çarşemê biçe bajarê Soçî yê Rûsyayê.
Li gorî agahiyê, Erdogan wê ligel Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn li Soçiyê li Rezîdansa Serokatiya Dewletê piştî 9 rojan cardin bicive.
Di civîna ku mijara wê "Sûriye" ye û herwiha Tirkiye, Rûsya û Îran wê beşdar bibin da, beşdar wê li ser geşedanên li Sûriyeyê û rewşa dawîn a herêmê rawestin.
Tê pêşbînîkirin ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî beşdarî civînê bibe.
Erdogan û Pûtînê ku îsal 13 caran bi telefonê qise kirin, wê cara şeşemîn bicivin.