Ahmet Aydın,Elif Orhan
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
AMASYA
Serokwezîr û Wekîlserokê Giştiyê AK Partiyê Bînalî Yildirim ragihand ku 2018an buhayê kirîna silkan weke 2 lîre û 35 qurûşan cîgir kirine.
Yildirim di axaftina xwe ya di merasîma vekirina Tunêla Ferhatê de anî ziman ku bi şev û bi roj dixebitin, û di nava 16 salan de welatê xwe 3 qat mezintir kirine.
Serokwezîr Yildirim anî ziman ku îdî Tirkiye di nav wan welatan de ye ku bi tiliyan tên nîşandan û got, "Em ji Tirkiyeya ku nekarî Tunêla Bolûyê di 30 salî de çêke, gihîştin Tirkiyeya ku di 15 salan de 400 kîlometro tunêl çêkir. Me serkeftinên mezin bi dest xistin, lê ne bi asanî. Ji aliyekî me xizmeta gel dikir û berhemên ku xeyal jî nedikirin çêkirin û ji aliyê din ve me li dijî terorên weke hewla derbeyê, mîhraqên wesayetê û kumpasan têkoşîn da. Hemd ji Xwedê re îdî bi nisbeteke mezin welatê me ji terorê xilas bûye."
%2Fyildirim-amasya1.jpg)
Yildirim di axaftina xwe de buhayê kirîna silkan eşkere kir û got, "2018an me buhayê kirîna silkan weke 2 lîre û 35 qurûşan cîgir kir, ser xêrê be."
Yildirim bal kişand ser qeyrana cihanî ya 2008an û got, "2008an li cihanê qeyraneke mezin dest pê kir. Tirkiye di 10 salên navbera 2008-2018an de, ji 10 projeyên mega yên cihanê 6 heb çêkirin. Ya layiqê Tirkiyeyê ev e."
- "Me bi rêjeyeke mezin teror berteref kir"
Serokwezîr Yildirim behsa xebatên di warê têkoşîna dijî terorê de kir û wiha pê de çû: "Me got ku em ê terorê ji rojeva welatê xwe derxînin, elhamdulîllah me li welatê xwe, li nav axa xwe bi rêjeyeke mezin teror berteref kir."
%2Fyildirim-amasya2.jpg)
Yildirim rexne li Înceyê namzedê serokomariyê yê CHPê girt û got, "Tirkiye bila ji kesê roja ku namzediya wî hat eşkerekirin lez û bez çû Edirneyê, Li Edirneyê piştgirî da namzedekî ku bin emrê terorê de ye tu tiştê hêvî neke, ez vê ji vir îlan dikim."
Serokwezîr Yildirim wiha berdewamî da rexneya xwe:
"Herwekî tîma wêrankariyê dixebitin. Dibêjin 'AK Partiyê çi çêkiribe emê wêran bikin'. Kîmyaya van têk çûye."