Haydar Şahin
19 Sibat 2020•Rojanekirin: 19 Sibat 2020
Mahathir Mihemedê Serokwezîrê Malezyayê ji bo guherandina serokwezîr a mijara li welêt ji bo niqaş tên kirin bal kişand ser Lûtkeya Hevkariya Aboriyê ya Asya Pasîfîkê (APEC) ya di mijdarê da were kirin û got, "Ez ê piştî APECê dev ji wezifeyê berdim."
Serokwezîr Mahathir hefteya borî bi Enwer Îbrahîmê Serokê Giştî yê Partiya Edaleta Gel (PKR) ra hat ba hev û paşê der barê guherandina serokwezîr da daxuyanî da.
Mahathir got nizane ku partiyên koalisyona li îqtidarê ew ê di civîna roja înê da li ser guherandina serokwezîr biaxivin an neaxivin û wiha axivî: "Ez nizanim ku gelo ew ê dîrokek were eşkerekirin an neyê eşkerekirin. Lêbelê min ji xwe berê gotibû ku amade me dev ji wezifeyê berdim."
Mahathîr diyar kir ku hê li ser soza xwe ya ji bo dewrkirina serokwezîriyê ye û wiha pê da çû: "Koalisyon biryareke çito dide bira bide, ez ê piştî civîna APECê dev ji wezifeyê berdim."
Enwerê li bendê ne ku di nav salê da wezifeyê ji Serokwezîr Mahathir dewr hilde piştî hevdîtina hefteya borî daxuyanî dabû û gotibû Mahathirê piştî civîna APECê ya di mijdarê da li Malezyayê were kirin dev ji wezîfeyê berde.
- Li Malezyayê niqaşên li ser guherandina serokwezîr
Mahathir Mihemedê Serokwezîr di hilbijartina 9ê gulana 2018an da bi ser ketibû û di axaftina xwe da gotibû li gor biryara koalisyonê ew ê 2 salan wezifeya serokwezîriyê bike û paşê meqam dewrî Enwer Îbrahîm bike.
Ligel daxuyaniya Mahathir niqaşên guherandina serokwezîr her tim hatin rojevê, partiyên li îqtidarê di mijara eşkerekirina dîrokekê da xwedî fikrên cuda ne.
Hin parlamanter û wezîrên hikûmeta koalisyonê dibêjin ji bo pêkanîna îsqtiqrara welêt dibê Mahathîr di tevahiyê heyamê da serokwezîriyê bike, ligel vê fikrê kesên nêzî Enver Îbrahîm jî dibêjin dibê di nav 2 salan da serokwezîr biguhere.
Wekî mayîn UMNO û PASa partiyên li mixalefetê jî ji bo Mahathir di tevahiyê heyamê da serokwezîriyê bike pêşniyaz kiribûn ku koalisyoneke nû were avakirin.