20 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
EFRÎN
Şêniyên Efrîna di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat xilaskirin ji bo rojên baştir niha bi hêvîtir in.
Derket holê ku mensûbên rêxistina terorê beriya Efrîn azad bibe di hin avahiyên dewletê û xaniyên hatibûn valakirin da teqemenî bi cih kiribûn û gelek cebilxaneyên wan jî derketin meydanê.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê di 20ê çileya paşîn da destpêkiribûn bi rizgarkirina navenda navçeya Efrînê va dewam dike. Sivîlên bi saya operasyonê ji zext û tundiya terorîstan xilasbûn niha bi kêf in û ji bo pêşerojeke çêtir xwedîhêvî ne.
Li navenda bajêr jiyan hêdî hêdî dest pê dike lê zirara terorîstan daye bajêr jî xuya dike.
Mensûbên Artêşa Azad ya Sûriyeyê wêneyên terorîstan û posterên Abdullah Ocalanê serkêşê terorîstan ên ku bi dîwaran va hatine daliqandin paqij dikin û nivîsên nîşaneya YPG/PKKyê ne jî jê dibin.
Şêniyên navçeyê destnîşan kirin ku terorîst beriya ji navendê birevin di hundirê avahiyên giştî û xaniyên vala da teqemenî bi cih kirin, wesayît şewitandin, zirar û ziyaneke mezin dan kuçe û kolanên bajêr.
- Di avahiya gumrukê da teqemenî
Li navçeya ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê ewlehî hildandestê xwe hat dîtin ku di avahiyên tapu kadastro û gelek avahiyên din ên giştî da teqemeniyên bidestçêkirî hatine veşartin û ew der di heman demê da jî wek cebilxane hatine emilandin.
Di lêgerînên ku mensûbên Artêşa Tirkiyeyê li ser kuçe û kolanên navendê da 43 teqemeniyên bidestçêkirî bi kontrol hatin teqandin.
Ji hêla din va li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji şêniyên herêmê hilda rêxistina terorê bi salan ji hêla madî û menewî va gelek zor da şêniyên navçeyê.
Hat ragihandin ku rêxistinê kesên ji wan nebûn wek ewladê dêmarî dihesiband û ew kes çiqas xwedî tecrube bin jî ji bo kirina karekî destûr nedida wan.
Xelqê li Efrînê dibêje ku rêxistinê bi salan e ji kar û dikanên wan bi navê kirê xerac distend û kesên piştgirî nedidan rêxistinê jî rastî muemeleyên nexweş dihatin û mensûbên rêxistinê li gor qafê xwe muemele li wan dikir.
- Bi darê zorê tîp guherandin
YPG/PKKya rêxistina terorê li Efrînê di şûna tîpên erebî yên ku li seranserê Sûriyeyê tên emilandin da tîpên latînî mecbûrî kir û naveroka bernameya perwerdehiyê ya dibistanan guherand û xwest ku gel ji eslê wan dûr bixe.
Kesên piştgirî didan rêxistina terorê, rêxistinê ew li ser destan digirt û dexesî dikir nav milet. YPG/PKK ji kesên ku ji deverên din ên Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan xwe spartine Efrînê jî pera distend û niha gel devê xwe ji bo xêrê li wan venake."
Şêniyên herêmê ji ber hatina Artêşa Tirkiyeyê niha kêfxweş in û dibêjin ku ji bo rojên baştir niha hêviya wan zêdetir e.