22 Adar 2018•Rojanekirin: 23 Adar 2018
ANKARA
Li gundê Şêx Obasiya Efrînê derket holê ku terorîstan di nav Qûr'ana Pîroz de teqemenî bi cî kiriye.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da ji bo ku li ser hidûd û herêmê ewlekarî û îstiqrar biedile, li Efrîna li rojavayê bakurê Sûriyeyê li dijî rêxistinên terorê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê dabû destpêkirin, dewam dike.
Piştî ku nevanda Efrînê ji terorîstan hat paqijkirin, hêzên ewlehiyê teqemenî û mayînan ku li herêmê hatibûn bicihkirin paqijdikin.
Di vê çarçoveyê de eskeran di lêgerînên li gundê Şêx Obasiyayê di dîwarê malekê de teqemeniyeke ku di nav Qûr'ana Pîroz hatibû bicihkirin bidesxist. Teqemî ji aliyê eskeran va hat îmha kirin.
Bi saya baldarbûna hêzên ewlehiyê beriya Qendîla Regaîbê îxtîmala çêbûne teqînekê hat sekinandin û tu mirin çênebûn.