Ruslan Rehimov
09 Îlon 2021•Rojanekirin: 10 Îlon 2021
Tetbîqata hevpar ya hêzên Tirkiye û Azerbeycanê ya li Laçîna ku ji dagirkeriya Ermenistanê hatiye xelaskirin, dewam dike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, di tetbîqatê da keşifkirina li ser eraziyên zehmet, dafikdanîna li ser rê, tesbîtkirina komên sabotajê û îmhakirina wan, bi dizîka nêzîkbûna li cem dijmin û wezîfeyên bi vî rengî tên kirin.
Hat gotin di tetbîqatê da esker wezîfeyên tên dayîn bi pisporî dikin.
Wezaretê wêne û dîmenên tetbîqatê jî parve kir.