İbrahim Atmaca
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
BERLÎN
Hat gotin, ji bo ku li Almanyayê seba hilbijartina giştî ya serokomarî û parlamenteriyê ya ku wê di 24ê hezîranê da were kirin, sindoqên rayan werin danîn Tirkiyeyê teşebusa dîplomatîk kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, ji bo ku di hilbijartinan da li nûnertiyên li Almanyayê an jî cihên hatine kifşkirin sindoqa rayan were danîn, nota hat amadekirin û ji Wezareta Karên Derva ya Almanyayê ra hat şandin.
Heke ku Almanya bersiveke erênî bide notayê, sindoqên rayan wê werin danîn.
Li gor vê hilbijêrên ku li derveyî welêt dijîn, ji bo tûra yekemîn di navbera 4-17ê hezîranê da, heke ku hilbijartin bimîne tûra duyemîn jî wê di navbera 30ê hezîranê û 4ê tîrmehê da bikaribin dengê xwe bidin.
Tirkên ku li derveyî bajêr dijîn wê him ji bo hilbijartina serokomariyê him ji bo hilbijartina parlamenteriyê rayê bidin.
Tirkên li Almanyayê berê ji bo hilbijartina serokomariyê ya di 10ê tebaxa 2014an, hilbijartina giştî ya 7ê hezîran û 1ê mijdara 2015an û referandûma guhertina Makezagonê ya 16ê nîsana 2017an ray dabûn.