ANKARA
Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê daxuyaniya nivîskî da û eşkere kir piştgiriyê dide operasyona ku li Yêmenê birin ser Hûsiyan.
Li ser daxwaza Serokomarê Yêmenê Abdurrabbu Mansur Hadî, endamên Konseya Tevkariya Welatên Korfezê û welatên din ên herêmê li dijî Hûsiyan operasyon da destpêkirin. Erebistana Siûdî agahiya operasyonê da Tirkiyeyê. Wezareta Karên Derve ragihand ku Tirkiye piştgiriyê dide operasyonê.
Wezaretê daxuyaniya nivîskî da. Li gor daxuyaniyê Hereketa Hûsiyan li Yêmenê hemû lihevkirin binpê kirin û ji Sana û saziyên hikûmetê venakişe. Milîsên Hûsiyan şerê xwe didomîne. Serokomarê meşrû Hadî xwe sipart Adenê û ev der wek paytextê berwext îlan kir, lê hûsî ji bo ku vê derê jî bi dest bixin operasyon da destpêkirin. Di daxuyaniyê de ev operasyon hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Serokomar Hadî meşrû ye û bi hilbijartinê ve bûye serokomar. Li ser daxwaza wî endamên Konseya Tevkariya Welatên Korfezê û welatên din ên herêmê li dijî Hûsiyan operasyon da destpêkirin. Erebistana Siûdî agahiya operasyonê da Tirkiyeyê. Tirkiye piştgiriyê dide vê operasyonê. Em wisa bawer dikin ev operasyon wê pêşiya kaos û şerê navxweyî bigre û otorîteya meşrû ya dewletê îhya bike."