01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
BEXDA
Serokê Bereya Tirkmen Erşed Salihî, aciziya xwe der barê qeyda mitabeqeta hinardina petrola Kerkûkê di ser Îranê re nîşan da û got ew ji vê pêngava ku emelekî siyasî li piştê heye bifikar in.
Salihî, der barê peymana di navbera Wezîrên Petrolê yên Îran û Iraqê de 20ê Sibatê hat îmzekirin ku dê petrola Kerkûkê di ser Îranê re were îxrackirin, ji bo vê dê xeta boriyê were danîn û komîteyek were avakirin ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re axivî.
Salihî, aciziya xwe der barê vê pêngavê de anî ziman û got: "Ev ji bo me surprîz bû. Bi vê hemleyê pirsa 'Gelo hilberîna petrola Kerkûkê zêde bûye ku xeteke boriyê ya nû hewce dibe' tîne bîra meriv. Wekî din emelekî siyasî li pişt vê heye."
Serokê Bereya Tirkmen diyar kir ku wek parlamenterê Kerkûkê fikr û nêrîna wan nehatiye stendin û wiha axivî:
"Li gor madeya 111an a destûrê 'Petrol û xaza siriştî ya li welat milkê hemû iraqiyan e'. Der barê vê de wek parlamenterê Kerkûkê raya me nehat hildan. Li herêmeke wek Kerkûkê ku hessas e xeta boriyê surprîz e. Helbet bila sinaî û enerjiya Kerkûkê bipêş bikeve lê em bifikar in ev di rêya armancên siyasî de werin bikaranîn."
- "Biryareke siyasî ye li dijî Tirkiyê"
Salihî destnîşan kir ku ev biryar pêngaveke siyasî ya li dijî Tirkiyê ye û got: "Biryareke siyasî ye li dijî Tirkiyê."
Herwiha gazî li hikûmeta Iraqê jî kir ku para petrolê bide tirkmenan jî.
Li gor peymana di navbera Wezîrên Petrolê yên Îran û Iraqê Cebbar Elî el-Lueybî û Bîjen Zengene de 20ê Sibatê hat îmzekirin dê petrola Kerkûkê di ser Îranê re were îxrackirin, ji bo vê dê xeta boriyê were danîn û komîteyek were avakirin. Bi vî awayî dê petrola Besrayê di ser Bendera Abadana Îranê tewlî Korfeza Erebî bibe.
Herdu alî ji bo xurtkirina santralên ceyranê yên Iraqê danîna xeta xazê ku ji Îranê bo Îraqê were li hev kiribûn. Zengene diyar kiribû ku danîna xeta boriyê ya xazê ji Kirmanşahê bîne Diyalayê amade ye û xeta ku dê here heta Besreyê jî sala pêşiya me dest pê dike.
Li ser xeta di navbera herdu welatan de ji Diyalayê heta Besreyê 12 sehayên petrolê yên hevpar hene. Sehayên petrolê yên hevpar gelek salan bûbû sedemê nîqaşê.