Fatih Gazioğlu
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
WASHÎNGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re li ser geşedanên herêmê yên dawîn xeberda.
Li gor daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat dayîn, di axaftina li ser telefonê hat kirin de behsa geşedanên Rojhilata Navîn yên dawî hat kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serok Trump bona ewlehiya Îsraîlê carek din piştgiriya xwe anî ziman."
Herwiha behsa gelo "der heqê bûyerên li Xezeyê û 19 filistîniyên şehîd de" axivîne an na de agahî nehat dayin.
Filistînî ji 30yê adarê roja înê vir va di çarçoveya salvegera 42emîn a Roja Axê de li ser sînorê Xezeyê çalakiyan dikin.
Eskerên Îsraîlê ji roja ewil vir ve mudaxaleyê çalakvanan dikin. Di mudaxaleyê de 19 Filistînî şehîd ketibûn, hezar û 500 kes jî jî birîndar bûbûn.