Haydar Şahin
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
WASHINGTON
Korgeneal H. R. McMasterê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Sipî diyar kir ku Serokê DYAyê Donald Trump ew ê di 7-8ê tîrmehê da di Lûtkeya G-20î ya ku li Hamburga bajarê Almanyayê bê lidarxistin da bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra bê ba hev.
McMaster di civîna li Qesra Sipî li dar xist da ziyareta Almanyayê ya Trump nirxand.
McMaster diyar kir ku di vê ziyaretê da Trump û Putîn ew ê bên ba hev û got, "Rojeveke spesîfîk tune. Ya rastî di vê civînê da serok çi bixwaze ew ê li ser wê biaxive."
McMaster bersiv neda pirsên li ser naveroka hevdîtinê û pirsa der barê îdiaya ku dibêjin Rûsyayê li ser hilbijartina serokatiya DYAyê tesîr kiriye da jî bê bersiv hîşt.
Hat ragihandin ku Trumpê di ziyareta Almanyayê di Angela Merkela Şansolyeya Almanyayê û Enrique Pena Nietoyê Serokomarê Meksîkayê ra jî bê ba hev.