Abdullah Tel
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokê Yekîtiya Otêlvanên Tirkiyeyê (TUROB) Tîmur Bayindir diyar kir ku li gor bendewariyê hejmara tûrîstên ji Rûsyayê bên Tirikiyeyê di sala 2018an da li gor par ji sedî 20 wê zêde be.
Li gor daxuyaniya ku TUROBê da wan ji bo heyama herî zêde tûrîst tên raporek amade kirin û bendewariya xwe ya ku wê ji Rûsyayê çiqas tûrîst bên Tirkiyeyê jî eşkere kirin. Di bazara tûrîzmê ya Tirkiyeyê da Rûsya ji navendên sereke yek e, lewra par ji Rûsyayê 4 milyon û 700 hezar kes ji bo ger û geştê wek tûrîst hatin Tirkiyeyê. Tê payîn ku ev hejmar îsal zêdetir bibe.
Di sala 2017an da di nav welatên ku welatiyên Rûsyayê herî zêde tercih kirin da Tirkiye di rêza ewil da cih girt û di qada para bazarê da jî rêjeya Tirkiyeyê gihîşt sedî 12,7an.
Serokê TUROBê Bayindir di raporê da fikrên xwe parve kir û got ku bendewariya wan ew e hejmara tûrîstên ku ji Rûsyayê tên Tirkiyeyê îsal jî zêdebûna xwe bidomîne û wiha pê da çû: "Di sala 2018an da tê payîn ku hejmara tûrîstên ji Rûsyayê wê bên Tirkiyeyê ji sedî 20 zêde bibe."