Nihat Kavşut
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
BOGOTA
Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirkan (TÎKA) wek alîkarî botambulansek da bajaroka Bojayayê ya di sala 2002yan da ji ber pevçûnên li Kolombiyayê qetlîam lê çêbû tê zanîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Kordînasyonê ya Bogotayê ya TÎKAyê botambulanseke bi navê "Stenbol" dane Bojayaya nifûsê wê 10 hezar e û xelkê wê ji ser çêm derbas dibin û diçin navendên tenduristiyê.

Botambulans bi taybetî wê bi kêrî jinên ducanî û zarokan were û xizmetê bide xelkê herêmê.
- Qetlîma Bojayayê
Bojaya bi qetlîma di 2yê gulana 2002yan da li Kolombiyayê çêbû tê zanîn.

Li Bojayayê gelek caran di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) û Parastvanên Yekbûyî yên Kolombiyayê (AUC) da şer derdiket û piraniya xelkê herêmê ji ber şer û pevçûnan ji cî û warê xwe bûn.
FARCê bi bombeya tûpê êrîşî dêra sivîl tê da bûn kiribû û di qetlîma jê ra dibêjin Qetlîma Bojayayê da 119 sivîl hatibûn kuştin û piştî vê bûyerê pevçûn qediyabûn.