Muhammet Kurşun
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
DUHOK
Wezareta Derveyî ya Tirkiyê di çûnûhatinên di navbera Iraq-Tirkiyê de ewlehiyeke di standartên dinyayê de temîn dike. Bi piştgiriya Wezaretê şirketa Gateway Managementê li Duhokê Navenda Serlêdana Vîzeyê ket fealiyetê.
Vîzeya C-1 ku bi awayekî elektronîk tê dayîn cihê xwe ji Vîzeya Etîket re dihêle ku di standartên dinyayê de ewlehiyeke di asta bala de pêk tîne. Gateway Managementê li Duhok, Silêmanî, Hewlêr û Bexdayê bi 4,5 milyon dolarî navendên dayîna vîzeyê xistin fealiyetê.
Merasima vekirina resmî ya li bajarê Duhokê bi beşdariya Waliyê Duhokê Ferhad Etrûşî, Serkonsolosê Tirkiyê li Hewlêrê Mehmet Akîf Înam, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Gateway Management Halis Ali Çakmak û gelek parlamenter û berpirsên herêmê hat kirin.
Waliyê Duhokê Etrûşî, daxuyaniyek da û got ew ji Wezareta Derveyî ya Tirkiyê daxwaz dikin ku li Duhokê konsolosxaneyekê veke. Etrûşî got ew bi vekirina navenda vîzeyê kêfxweş bûne û ji vir pê de bila xelk bi vê navendê îtîbar bike.
Serkonsolos Înam jî got ew di ber muraceetên vîzeyê re nagihên û loma jî ev merkezên nû dê bi awayekî rehettir û ewletir vîzeyê bidin.
Înam herwiha diyar kir ku biryara dawîn a ji bo dayîna vîzeyê di destê wan de ye û hêvîdar in ku ev navendên nû bibin sedema xizmeteke baştir.
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Gateway Management Halis Ali Çakmak jî diyar kir ku ew 10 sal in li Tirkiyê ji bo serlêdanên 26 welatan xizmeta vîzeyê didin û kêfxweş in ku li Iraqê jî xebateke wisa dikin.
Çakmak, wiha axivî:
"Em li vir xizmeteke di ser asta Ewropayê re didin. Ez sipasiya Wezîrê me Derveyî Birêz Mevlut Çavuşoglu dikim. Herwiha ji bo piştgiriyê sipasiya Serkonolosê me û rêveberên Herêma Kurdistanê dikim ku amadehiya xwe ji bo arîkariyê ragihandin."
Der barê navendan de jî Çakmak wiha agahî da:
"Me li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Bexdayê bi tevahî 4 hezar û 700 metre çargoşe qada girtî çêkir. Em ji bo 191 kesî îmkana kar çêdikin. Em dikarin di rojê de 4 hezar vîzeyan bidin welatiyên Iraqê. Em dikarin di salê de 800 hezar etîketan bidin."
Li ser ehemmiyeta vekirina navenda vîzeyê li Duhokê jî wiha axivî:
"Duhok nêzîkî Tirkiyê ye û loma jî gelekî giring e. Birêz Serkomarê me ehemmiyeteke zêde dide vê herêmê û xelkê wê. Diyar e ku dê vekirina van navendan jî sûdeke baş bigihînin têkiliyan."
Herwiha anî ziman ku Vîzeya C-1 ji bo ewlehiyê ne baş e û rakirina wê jî ji aliyê Tirkiye û Iraqê bi erênî hatiye pêşwazîkirin.