Fatih Gazioğlu
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
KÎLÎS
3 jinên endamên YPGa rêxistina terorî yên ku ji Sûriyeyê revîbûn û xwe spartibûn Tirkiyeyê, gotin li herêmê hin kampên dewletên rojavayî yên eskerî jî hene.
Li gor agahiyan, 3 jinên ku endamên YPGê ne û teslîmî Tirkiyeyê bûbûn ji bo îstifadekirina qanûna poşmanbûnê serî li mehkemeyê dan.
Jinên niha girtî tên darizandin di îfadeyên xwe de behsa têkiliyên welatên rojavayî û rêxistinê kirin.
Ji jinan K.Yê di îfadeya xwe de got ew li Sûriyeyê qaşo "kantona Cizîrê" ya ku li herêma Hesekeya Sûriyeyê dimîne wezîfedar bû û wiha got:
"Li kantona Cizîrê kampên leşkerî yên Amerîka û Brîtanyayê jî hebûn. Wan jî şibiya me cilên YPGê li xwe dikirin. Heta li Cizîrê li her tabûrekê 2 û an jî 3 eskerên biyanî hebûn. Ji bilî van tabûrên TÎKKO û komên çepgir jî, yên ku bi navê "Enternasyonel Bihereket' fealîyet dikir jî hebûn. Ev ji aliyê perwerde û jiyanê va azad bûn, lê di dema şer da bi me re hereket dikirin."
K.Yê di îfadeya xwe de got armanca PKKê ew e ku li sînorê Îran, Iraq û Tirkiyeyê dewletekê ava bike. K.Yyê destnîşan kir ku YPGyîyan, Abdullah Ocalanê Serokê PKKa rêxistina teror ji xwe re 'serok' qebûl dikir û li gor telîmatên wî hereket dikin.