Musteşara Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anne Rîchardê li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) qampên penaberên Sûriyeyî ziyaret kir.
Rîchard û Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî, Qampa Kevirgosikê ya ku ji navenda bajêr 10 kîlomêtro dûr e, bi hev re ziyaret kirin. Rîchardê piştî serdanê daxuyanî da û destnîşan kir ku qampên penaberên Sûriyeyî yên ku li Tirkiye, Urdun û Libnanê ne jî ziyaret kirine.
Rîchardê diyar kir ku li vir baş li penaberan dinhêrin û hikûmetên HKIFê û DYAyê di warê alîkariyê de hevkariyê dikin.
Anne Rîchardê destnîşan kir ku Komsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) li dinyayê rêxistina herî mezin a alîkariyê ye wiha axivî: "Ev alîkarî tenê penaberan li jiyanê dihêle. Heke hûn ji min bipirsin butçeya ku ji bo pêwistiyên wan tê veqetandin têr nake. Şert û mercên qampan ji bo zarokan dijwar in. Di serdanê de me dît ku penaber ji hêla derûniyê ve di rewşeke ne baş de ne."
Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî jî diyar kir ku ji bo penaberan çi ji destê wan were dikin û wiha got: "Qampa Dareşekiran a ku li navenda Hewlêrê ye ne tê de, qampên wekî Kevirgosik, Basirma û Kûştepeyê dê ji bo şert û mercên zivistanê bên amadekirin. Çimkî me penaberên ku di meha tebaxê de hatin bi lez û bez bi cih kirin. Ev qamp ji bo zivistanê hê amade nînin."
Hadî diyar kir ku berpirsiyarên UNCHRyê û HKIFê her roj qampan ziyaret dikin û kontrolan dikin û wekî rapor jî didin hikûmetê.