Sevim Hatun
09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
LEFKOŞA
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev di ser telefonê re axivîn. Medvedev ragihand ku wî biryarnameya ji bo hin sebze û fêkiyan ku ji Tirkiyeyê îxracê Rûsyayê bikin îmze kiriye.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hat hildan Yildirim, li Qibrisa Bakur ku ji bo hin hevdîtinan bike çûyê, li ser daxwaza aliyê hember bi Serokwezîrê Rûsyayê Medvedev re di ser telefonê re axivî.
Di hevdîtinê de herdu alî ji bilî mijarên wek bazirganî, gihandin û çandiniyê der barê mijarên gumrik, vejen û rejima vîzeyê de jî axivîn, di vê navberê de Serokwezîrê Rûsyayê Medvedev ragihand ku wî biryarnameya ji bo hin sebze û fêkiyan ku ji Tirkiyeyê îxracê Rûsyayê bikin îmze kiriye.