Nihat Kavşut
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ÎDLIB
Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li herêma Cindirêsê ya li Efrînê dereke stratejîk e derbe li PYD/PKKya rêxistina terorê dixin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad li beldeya Cindirêsê ya li rojavayê Efrînê li gundê Dewiyeyê û 3 girên li heman derê dijî PYD/PKKyê operasyon dike.
Di operasyonê da Artêşa Sûriyeya Azad ji bejayê va diçe û balafirên Artêşa Tirkiyeyê, SÎHA û yekîneyên li ser sînorê Hatayê piştgiriyê didin.
Li eniya şer û operasyonê da pevçûnên Artêşa Sûriyeya Azad û endamên rêxistina terorê bi kameraya AAyê hat kişandin.
Gundê Dewiyeyê ku li rojavayê başûrê Efrînê ye ji ber ku endamên rêxistinê ji Cindirês û girên derdorê êrîşî Reyhanli, Kirikhan û Hassayê navçeyên Hatayê dikin dereke stratejîk e.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad ji destpêka operasyona heta niha li Efrîna ku bi destê PYD/PKKyê hatiye dagirkirin li 5 beldeyan û navenda beldeyekê, 34 gund, 3 gom û 14 jê gir û çiyayên stratejîk bi tevahî 52 cî û war ji rêxistinê rizgar kirine.