28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
MINBIC/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê li Minbica li bakurê Sûriyeyê ya ku dagir kiriye zextê zêde dike. Rêxistina ku dest dide ser milkên gel û bi zorê ciwanan çekdar dike.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, YPG/PKK zexta li ser gelê Minbica li rojavayê Çemê Feratê zêde kir.
Rêxistinê bi biryara ku duh hilda va dest da ser kêmzêde 200 arse, dikan û xaniyên malbat û endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê.
Rêxistin bi zorê kal û pîrên ku di wan malan dijîn ji malên wan derdixe. Hat ragihandin ku rêxistinê ji vir 2 roj berê jî biryara çekdarkirina ciwanan da.
Biryara hemû ciwanên ku di navbera salên 1998 û 200î da hatine dinyayê eleqedar dike. Rêxistin ciwanan tehdîd dike ku hetanî 5ê gulanê teslîmî leşkeriyê nebin ew ê wan derdest bike.
Çavkaniyên herêmî dibêjin ku rêxistinê ciyên kontrolê yên li navçeyê zêde kir, hema bêje li ber serê her kuçeyê cihên kontrolê ava kir.
YPG/PKKyê di tebaxa sala 2016an da bi piştgiriya Amerîkayê va Minbica navçeya Helebê ji DEAŞê sitandibû û dagir kiribû.