HEWLÊR
Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana û Parlementerê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureyya Onder bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat weşandin, Barzanî zagona ku ji bo pêvajoya çareseriyê hatiye çêkirin wek "gaveke pir girîng" dibîne.
Barzanî destnîşan kir, ji bo ku pirsgirêka kurdan bi rêyên aştiyane bê çareserkirin, ew piştgiriyê didin gavên ku tên avêtin û wiha dewam kir:
"Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo her cure piştgiriyê amade ye ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî serkeftî encam bide."
Leyla Zanayê jî ji bo piştgiriya Barzanî ya pêvajoya çareseriyê, ji Barzanî re sipas kir. Zanayê jî got ku di pêşveçûna çareseriyê de Barzanî û Herêma Kurdistanê alîkariyeke girîng dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Zana û Onder peyama Abdullah Ocalan yên li ser geşedanên herêmê ragihandin Nêçîrvan Barzanî.
Zana û Onder duh bi Serokê HKIyê Mesût Barzanî re hevdîtin kiribûn. Zana, Onder, Pervîn Buldan û Îdris Baluken dê roja înê biçin Çiyayê Qendîlê û peyama Abdullah Ocalan ragihînin rêvebiriya KCKê.