Dmitri Chirciu
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 10 Tebax 2023
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir êrîşa ku welatê wî li hemberî Rûsyayê da destpêkirin "dijwar" û "hêdî" dimeşe.
Zelenskiy daxuyanî da saziyên çapemeniyê yên Amerîkaya Latîn û der heqê mijarên di rojevê da axivî.
Di axaftina xwe da Zelenskiy ragihand ku artêşa Ukraynayê li hemberî hêzên eskerî yên Ûris berê va dest bi êrîşê kir û wiha domand: "Êrîş bi zehmetî û li gor daxwaza hin kesan hêdîtir dimeşe."
Zelenskiy got ku çekên di destê wan da têrê nakin û ji ber vê jî pêşketina wan "pir zehmet e" û dixwaze ku bila Rûsya ji axa Ukraynayê derkeve.