Emre Gürkan Abay
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 10 Tebax 2023
Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanîn daxuyand ku dijî Moskovayê bi 2 wesayîtên esmanî yên bi mirov (ÎHA) yên biçek va êrîş hatin kirin, lê ev hewldanên êrîşê hatin têkbirin.
Di daxuyaniya Sobyanîn ya nivîskî da hat gotin bi 2 ÎHAyan va êrîş li dijî Moskovayê hatin kirin.
Sobyanîn got her du ÎHA ji hêla pergalên parastinê yên esmanî va hatin îmhekirin ku yek li herêma Mînskê û ya din jî li herêma Domodedovoyê hat îmhekirin.
Sobyanîn anî ziman di êrîşê da kuştî û birîndar tunene.
Rûsyayê daxuyandibû ku di 24-28-30yê Tîrmehê û 1-6ê Tebaxê da Ukraynayê dijî Moskovayê bi ÎHAyan êrîş kir, kuştî û birîndar tunene.