Fatih Gazioğlu
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
ANKARA
Îranê îdiayên Amerîkayê ya ku digotin "Îran fuzeyên balîstîk diceribîne" qebûl kir. Îranê daxuyand ku ew di salê da 40-50 caran fuzeyên xwe diceribînin.
Emir Elî Hecîzadeyê Fermandarê Hêzên Hewa-Fezayê ya Mihafizên Şoreşa Îranê li ser îdiaya Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê daxuyaniyek da medyaya Îranê û îdiayên Amerîkayê bersivandin.
Hecîzade îdiayên Amerîkayê yên ku dibêjin 'Îran fuzeyên balîstîk diceribîne' qebûl kir û wiha axivî:
"Em fuzeyên xwe diceribînin. Ceribandina me ya herî dawiyê gelekî girîng bû. Bertekên ku Amerîkayê nîşanî me dide, girîngiya ve meseleyê tesdîq dike."
Hecîzade got ku ew her sal 40-50 caran fuzeyên balîstîk diceribînin û li ser fuzayen tu agahî neda.
Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê di 1ê kanûnê daxuyaniyeke nivîskî dabû û gotibû ku ceribandina fuzeyan îxlalkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û divê konsey bilez bicive.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî 4ê kanûnê li ser banga Amerîka, Fransa û Îngîltereyê civiyabû lê ji civînê tu encam derneketibûn.
Li gor biryara Konsêya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi hejmara 2231ê çêkirina fûzeyên ku serên balistîk li ser in qedexe ye.