NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) der barê îdiayên gaza klorînê ya li Sûriyeyê ya ku di van demên dawîn de zêde bûne de bi bijîşkên sûriyeyî re civîn hat kirin û civîn bê çapemenî çêbû.
Di civînê de vîdeoyeke ku hewldanên bijîşkan ên ji bo ku piştî êrîşa di 16ê adarê de ya li Samîna bajaroka Îdlibê ên sê zarokên ku 1, 2 û 3 salî ne nemirin didan û mirina zarokan nîşan dide, dan temaşekirin.
Bijîşkê sûriyeyî Mihemd Tenarî piştî civînê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku di dema êrîşê de li herêmê dengê firokeyan hat bihîstin û bêhneke wekî bêhna deterjana paqijkirina cilan hat û got piraniya kesên ku mirin jin û zarok in.
Ji bijîşkan Zehar Sahlûl jî da zanîn ku ji bilî Rûsya û Çînê li Konseyê hemû endaman xwestin ku ji kesên ku êrîş kirin hesab bê pirsîn û got ku ji bo vê yekê divê civaka navneteweyî tiştek bike.
Sahlûl qal kir ku li Konseyê di dema rapêşiya vîdeoyê de hin nûneran nekarîn xwe û giriyan û got "Ya girîng ew e ku ev atmosfera hestewar bibe çalakiyek."
Hat diyarkirin ku dê bijîşk îro Mîsyona NYyê ya Rûsyayê ziyaret bikin û ji bo ku di pêngavên li dijî rejimê bên avêtin de rayeya xwe ya vetoyê bi kar neyne dê hevdîtinê bikin.
"Bêtifaqiya di konseyê de divê ji holê rabe"
Nûnera Daîmî ya NYyê ya DYAyê Samantha Powerê piştî civînê daxuyaniyek da rojnamevanan û qal kir her kesê ku beşdarî civînê bû gelek di bandora dîmenan de ma û got ku bêtifaqiya di konseyê de divê ji holê rabe û li hember êrîşên kîmyewî yên rejimê pêngav bên avêtin.
Di pêşnûmaya biryarê ya ku meha borî li KENYyê hatibû qebûlkirin de bikaranînan kîmyasalê hatibû şermezarkirin û hatibû diyarkirin ku dê li hember berpirsyaran bergirî bên girtin lê belê ji bo tespîtkirina sûcdaran tu mekanîzma neanîbûn.
Di mijara êrîşa klorînê de li Sûriyeyê alî hev sûcdar dikin û welatên rojavayî jî diyar dikin ku êrîşên kimyewî bi bombeyên warîlê yên ku ji firokeyê tên avêtin tên kirin û firoke jî tenê di destê artêşa Sûriyeyê de hene.