Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cabbar Yawer: "Heta îro di operasyonên pêşmergeyan de zirar negihişt sivîlan. Îdiayên wek li Mûsilê bi guleyên peşmergeyan sivîl mirin derew in, bi van îdiayan armanc ew e ku pêşmerge bên sûcdarkirin."
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cabbar Yawer ragihand ku îdiayên wek "Li Mûsilê bi guleyên pêşmergeyan bi sedan sivîl mirin" rast nînin.
Yawer daxuyanî da nûçegihanê AAyê got: "Me wek wezaret ferman da hêzên xwe ku cih û warên ku lê sivîl dijîn bombe nekin. Tenê divê êrîşî navendên ku milîtanên DÎŞIyê lê ne û herêmên ku milîtanên DÎŞIyê xwe li wir veşartine bikin. Heta îro di operasyonên pêşmergeyan de zirar negihişt sivîlan. Îdiayên wek li Mûsilê bi guleyên peşmergeyan sivîl mirin derew in, bi van îdiayan armanc ew e ku pêşmerge bên sûcdarkirin."
Yawer diyar kir ku pêşmergeyan 12 kîlometre dûrî Mûsilê kozik vedane lê heta niha ji bo ku zirar negihêje gelê sivîl êrîşî hedefên DÎŞIyê nekirine.
Li gor nûçeyên ku di hin dezgehên çapemeniyê de hatin weşandin, pêşmergeyan li tankêra bi xaza klorîn dagirtî da an jî bi çekên kîmyewî êrîş bir ser herêma Mûsilê û di encamê de di nav de tirkmen jî zêdetirî 250yî sivîl mirin. Rêxistina terorê DÎŞIyê jî li ser hesabên xwe yên çapemeniya civakî hin wêne weşandibûn û îdia kiribûn ku di encama êrîşa pêşmergeyan de li Mûsilê bi dehan sivîl mirin.