Haydar Şahin
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 24 Tebax 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin derkete milyonek û 172 hezar û 802 kesan.
Li gor "Woldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê li gor welat û herêman berhev dike, li parzemînê hejmara kesên di 24 saetên dawîn da bi vîrusê ketin 10 hezar û 349 zêde bû û derkete milyonek û 172 hezar û 802 kesan.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 342 zêde bû û derkete 27 hezar û 374an.
Hetanî nika li Afrîkaya Başûr 12 hezar û 843 kes, li Misrê 5 hezar û 231 kes li Cezayirê 1418 kes ji ber vîrusê mirin.
Li Morîtyus êdî nexweş neman û li Seyşel û Erîtreyê mirî nehatin diyarkirin.
Li Afrîkaya Başûr 603 hezar û 338 kes, li Misrê 97 hezar û 148 kes li Nîjeryayê jî 51 hezar û 304 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Li Afrîkayê hetanî niha 892 hezar û 304 kes gihîştin siheta xwe.