İbrahim Atmaca
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
PEKÎN
Hat ragihandin ku Tiengong-1a (Qesra Asîman) îstasyona fezayê ya Çînê ji kontrolê derket û ket atmosferê.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Endezyariya Fezayê ya Bimeriv a Çînê (CMSEO) hat dayîn, Qesra Asîman-1 bi saeta herêmî di 8.15an da ket atmosfera dinyayê û hat gotin ku wê li orta Pasîfîka Başûr li erdê bikeve.
Dirêjahiya Qesra Asîman-1ê 10,4 metre, giraniya wê 8,5 ton e û hat gotin ku dema ket atmosferê piraniya wê şewitî û perçe bû.
Çînê di 29ê îlona 2011an da îstasyona fezayê hilavêtibû rêgeha xwe û îstasyonê di 2016an da wezîfeya xwe temam kiribû. Çîn bi saya Qesra Asîman-1ê peyê amûrên fezayê yên curbecur ket û bi kêrî xebatên Çînê yên li fezayê hat. Rayedarên Çînî roja înê daxuyandibûn ku ew zen nakin ku tu perçeyeke îstasyona fezayê heta erdê werin.
Li ser îhtimala Qesra Asîman-1a ku ji kontrolê derket li Tirkiyeyê jî li erdê bikeve disekinîn.