Abdullah Tel
25 Tebax 2020•Rojanekirin: 01 Îlon 2020
Berîtan Karaoglana 14 salî ya ku li Agiriyê dijî û ji ber nexweşiyê ev du sal e di nav cih û nivînan da ye û nikare biçe dibistanê bala Ajansa Anadoluyê kişand û AAyê rewşa wê wek nûçe weşandibû û rayedarên nûçe dîtin jî ji bo tedawiya Karaoglanê dest bi xebatê kirin. Hat ragihandin ku wê Karaoglan bi piştevaniya Wezareta Tenduristiyê li Enqereyê bê tedawîkirin.
Berîtana li gundê Yakincayê dijî û bi "kanula trakeostomiyê" ye di qirika wê da kirine dikare bêhnê bide û bistîne. Diya wê Sîbel Karaoglan jî ji bo ku qîza wê di nav cih û nivînan da bêhal nemîne bi qasî ji dest tê alî qîza xwe dike û hereketên fizîkî pê dide kirin. Rewşa Karaoglanê ji hêla AAyê va wek nûçe hatibû weşandin û rayedarên ku ew nûçe dîtin jî dest bi xebatê kirin.
Piştî nûçeyê bi saya hewlên Parlementerê AK Partiyê yê Agiriyê Ekrem Çelebî rayedarên Wezareta Tendûristiyê ji rewşê haydar bûn û bo ku Berîtan li Enqereyê bê tedawîkirin dest bi xebatê kirin.
Sîbel Karaoglanê daxuyanî da AAyê û diyar kir ku qîza wê Berîtan dema diçû pola 6an bi qeyrana dil ket û li nexweşxaneyên curbecur hat tedawîkirin û piştî anjiyoyê jî bû mehkûmê cih û nivînan.
Karaoglanê got ku heke tedawiya fizîkî bê kirin mimkun e ku qîza wê bi ser xwe da bê û wiha pê da çû: "Li Agiriyê derfeteke wiha tuneye. Ez hêvî dikim ku wê qîza min baş bibe. Em dixwazin bila qîza min rabe ser piya, nanê xwe bi devê xwe bi xwe, nikare xeberde, ji me ra nikare qala derd û kulên xwe bike. Dibistana wê jî nîvcî ma, ew xwendekareke serketî bû û amosteyên wê jî pir jê hez dikirin. Ew ê qîza min li Enqereyê tedawî bikin, wê xeberê bidin me û bibin wê derê."
Erbay Karaoglanê apê Berîtanê jî got ku hewlên bo tedawiya biraziya wê tên dayîn hêviya wan zêde kir û wiha domand: "Di rojên borî da AAyê rewşa Berîtanê wek nûçe weşand. Şêwirmendê Parlementerê AK Partiyê yê Agiriyê Ekrem Çelebî piştî wê nûçeyê têlefonê me kir. Paşê ji Wezareta Tenduristiyê têlefonê me kirin. Em li bendê ne Berîtanê bibin Enqereyê û tedawiya wê dest pê bike."