Abdullah Tel
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Bihuşta Veşartî ya ku niha bi rengên gevez, zer û kesk xemiliye, bala ziyaretvanan dikşîne.
Bihuşta Veşartî ya ku li ser rêya di navbera Diyarbekir Silîvanê da cih digire bi rengên payîzê xemiliye.
Vê devera xweşik a bi reng û rûyên curbecur xemilî di mehên payîzê da bala ziyaretvanan cihê dikşîne û ji bo wênekêşên amator jî mîna çavkanî ye.
Endamên Komeleya Wêne ya Diyarbekirê (Foto21) jî ji ser medyaya civakî wêneyên li bajêr û ji herêmê kişandine parve dikin û dixwazin bajarê Diyarbekirê bi hemû xweşikiyên wê bidin naskirin.
Ji endamên komeleyê Serdar Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Diyarbekir di her demsalekê da bi reng û rûçikekî din xweş dibe.
Kaya got ku Bihuşta Veşartî jî yek ji dewlemendiyên bajêr e û wiha pê da çû: "Evder gelek xweş e. Bihuşta Veşartî ji bo kesên wêne dikşînin dîmenên bêhempa di nav xwe da dihewîne. Em jî wêneyên ku li vê derê dikşînin ji ser medyaya civakî parve dikin û ji bo bi kêrî nasandina Diyarbekirê bê hewl didin."