Türkan Tosun
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
BATMAN
Li Sasona navçeya Batmanê ji bo payîzê şitlê çîlekan hatîn danîn.
Li navçeya Sasonê çandiniya çîlekan her ku diçe belav dibe.
Cotkarên vî karî dikin di payîzê da şitlê çîlekan danîn ku biharê wan berhev bikin.
Midûrê Navçeyê yê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Eyyup Aktaş got payîzê welatî bi derfetên xwe çîlekan datînin.
Aktaş got bi alîkariya dewletê 4 malbatan dest bi karê çîlekan kiriye lê niha hejmar gihîştiye 400 malbatî.
Aktaş anî ziman li Sasonê li ser qadeke hezar û 350 donimî çandiniya çîlekan tê kirin.
- "Çîlekên Sasonê li herêmê û welatê me êdî navdar e"
Lale Basuta li gundê Kavakliyê dijî got çandiniya çîlekan li herêmê belav bûye bi saya vî karî malbat debara xwe dikin.
Basut got ew payîzê şitlan datînin û biharê jî çîlekan berhev dikin.
Basut wiha axivî: "Eraziya min 3 donim e û ez li ser vê eraziyê çandiniya çîlekan dikim. Çîlekên Sasonê li herêmê û welatê me êdî navdar e. Çandiniya titûnê zehmet bû, piştî çîlekan însanên me ji wê zehmetiyê xilas bûn û dahateke baş dikeve destê wan."