Abdullah Söylemez,Günay Nuh,Cüneyt Çelik
19 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2024
Çiya û derverên bilind ên Erdexan, Agirî û Qersê bi berfê nixumîn.
Li navenda Erdexanê ev 2 roj e berf û şilope dibare.
Girên di navbera navçeya Çildirê û herêma Axalikelekê ya Gurcistanê piştî barîna berfê spî bûn.
Li Çiyayê Qisirê yê ku raqima wê 3 hezar û 197 metro ye jî berf barî.
- Agirî
Rêzeçiyayên derdora Agiriyê bi berfê nixumîn.
Kosedaxa li navçeya Elaşgirê, Eledaxa li navçeya Taşliçayê digel çiyayên derdora Deşta Agiriyê bi barîna berfê ra sipî bûn.
- Qers
Berfa ku duhê li Qersê lê kir, li deverên bilind bandora xwe zêde kir.
Ekîbên Rêveberiya 18emîn Herêma Rêbejan piştî barîna berfê li Derbenda Xanan a ku raqima wê 2 hezar û 286 e, dest bi maliştina berfê kirin.