Hüseyin Demirci
20 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ajalvanan ji ber berfê zehmetî kişandin.
Berfa ku li navçeyê êvarê dest pê kir hawirdor spî xemiland. Dar, nebat û wesayît ji ber berfê spî bûn hin welatî bêamadehî di bin berfê da man.
Ajalvanên ku li herêma şikefta Îslî pezên xwe diçêrandin ji ber berfa gur nekarîn ku pezên xwe bi hêsanî bînin navçeyê.
Ji şivanan Şeref Yildiz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku berfê nişka va lê kir û got ku "Em li eraziyê bûn piştî barîna berfê mecbûrî me bizinên xwe anîn navçeyê."
Zarokên ku barîna berfê wekî firsendekî dîtin jî li baxçeya gel bi berfê lîstin û kêf kirin.