Abdullah Tel
11 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2020
Li gundên Bîngolê berhevkirina tûyên ku jê dimisê di mehên zivistanê da dema bê vexwarin rê li ber gelek nexweşiyan digire çê dibe, dest pê kir.
Şêniyên gundan ji niha va tûyan berhev dikin, ji wan dimis çêdikin û bi dahatê jî kêmasiyên ji bo malê hewce dikin, temam dikin.
Li hin gundên Bîngolê berhevkirina tûyan di serê meha hezîranê da dest pê dike û heta nîvê meha tîrmehê dewam dike û jê bi rê û rêbazên kevneşopî dimis tê çêkirin.
Gundiyên li herêma Serviya ser navçeya Gencê ye dijîn ji bo amadekirina dimsê tûyan dest bi xebatê kirine û li ser karê xwe ne.
Malbatên ku bi vî karî ra eleqedar in her havîn dimis çêdikin û bi dahata jê jî pêwîstiyên xwe temam dikin. Tûyên ji ser û bin daran hatine berhevkirin berî sîtilên binî tijî agire didin û piştî hin muameleyan dikin dimis.
- "Dimsê tûyan ji bo deriyê debarê ye"
Mixtarê gundê Çaybaşiyê Suleyman Alakaşê ku dimsê tûyan çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal tû bi bereket bûn.
Alakaş destnîşan kir ku dimsê tûyan ji bo şêniyên herêmê bû deriyê debarê û wiha pê da çû: "Me tûyan dawşand û berî sîtilan da. Piştî ku keliya em derdixin û şîreya wê berî ser sêniyan didin û bi qasî du rojan datînin ber tavê. Dimsê tûyan ji bo me deriyê debarê ye sal heye başe lê sal heye jî kêm e. Îsal bi bereket bû. Em dimsê xwe dikin bîdonên 5 lître û wisa difiroşin. Di dimsê me da tu derman tuneye ew sirûştiye."
Songul Alakaşê jî destnîşan kir ku ew dimsê ku çêdikin didin nas û dostên xwe û qismekî jî jê difiroşin.