Önder Beyter
11 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
VAN
Ji bo 4 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya hişkî û şepeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be û herwiha danê sibehê li dewrûbera Mûşê, danê nîvroyê jî li milê başûr ê Wan û Hekariyê berf dê bibare.
Li herêmê tê texmînkirin ku germahiya hewayê dê di asta demsalê da be, ba jî wê ji milê başûr car caran nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Mûşê 1, li Wan û Hekariyê 4, li Bidlîsê jî 7 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya herî bilind jî dê li Bidlîs 3, li Wanê 2, li Mûş û Hekariyê jî pileyek be.
Li Behra Wanê hewa dê perçe û kêm ewrayî be, ba jî wê ji milê bakur û rojhilatê bakur, bi demê ra jî ji milê rojavayê bakur bi 2-4 hêzê va were.
Ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî xetereyên hişkiyê ku dê li piraniya herêmê çêbe baldar û bitedbîr bin. Herwiha hat destnîşankirin ku li deverên bilind jî dibe ku şepe were û lewma jî divê welatî hişyar bin.