Türkan Tosun
27 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2019
Ekîba paqijiyê ya Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Walîtiya Bîngolê di çarçoveya xebata "Hûn ne bi tenê ne" da li navenda bajêr û gundan mala 150 kal û pîran paqij dike, kincên wan dişo û bi wan ra sohbetê dike.
Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Walîtiya Bîngolê bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Alîkariyên Civakî ya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ekîbeke paqijiyê ya ji 10 kesan pêk tê ava kir.
Ekîb li navenda bajêr û gundan mala 150 kal û pîran paqij dike, kincên wan dişo, çayê ji wan ra çê dike û bi wan ra sohbetê dike ku ew tenê nemînin.
Ekîba ku rojê 15 malan ziyaret dike çû mala Mehmet Arpa (83) û Cemîle Arpa (73) yên ku li taxa Yeşîlyurtê dijîn û mala wan paqij kir.
Midûrê Weqfê Seyhan Savaş Yaraşir ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev xebat bi rêvebiriya Walîyê Bîngolê Kadîr Ekîncî va tê meşandin.
Yaraşit anî ziman li 100 malê xizmeta 150 kal û pîran tê kirin û wiha axivî: "Em dixwazin ew bizanibin ku em li wan xwedî derdikevin. Armanca me rêbaza dewleta civakî bi awayekî baş pêk anîn e."
Yaraşir got ji bo ku van karan bikin 10 kesên aboriya wan nebaş e hatine îstihdamkirin.
- "Destên min ji ava germ naxin ava sar "
Cemile Arpaya mala wê hat paqijkirin jî dia ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha axivî: "Em ji Erdogan pir razî ne, Xwedê wî biparêze, efû bike, serbilind bike. Karker dane me, ew paqijiya me dikin. Wisa baş paqij dikin, destên min ji ava germ naxin ava sar. 15 rojan carekî tên ji ta bigre heta derziyê her tiştî dikin, paqijiya min dikin û diçin."
Mehmet Arpa jî got hikûmet alîkariya astengdaran, kesên muhtaciya wan heye, kal û pîran dike û wiha axivî: "Xwedê ji hikûmetê razî be. Her tiştê me, xwarin û vexwarina me dide me. Mala me paqij dikin. Tên halê me dipirsin."