Muhammed Nuri Erdoğan
07 Îlon 2025•Rojanekirin: 08 Îlon 2025
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku ji 8ê Berfanbara 2024an û vir va bi tevahî 474 hezar û 18 Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe.
Wezîr Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku Tirkiye fenanî duh îro roj jî di pêvajoya vegera bi dilê xwe da li cem birayên xwe yên Sûriyeyî ye.
Yerlikaya bal kişand ku piştî geşedanên 8ê Berfanbara 2024an ên li Sûriyeyê, vegera bi dilxwazî zêde bû û wiha got:
"Piştî 8ê Berfanbara 2024an bi tevahî 474 hezar û 18 birayên me yên Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe. Ji 2016an û vir va hejmara Sûriyeyiyên ku bi xwesteka xwe vegeriyan, derket milyonek û 213 hezar û 620 kesî."