Ekip
15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 16 Hezîran 2017
ANKARA
Di dozên hewldana derbeya FETOyê de biryara ewil a li Enqereyê hat eşkerekirin. Di doza der barê rehîngirthina Fahrî Kasirgayê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê de 18 bersûc bi cezayê muebetê ya ku hatiye girankirin û 12 salan, 5 bersûc bi 10 salan, Muhsîn Kutsî Barişê Kurmay Serheng ê Fermandarê Alaya Muhafizên Serokomariyê jî bi 12 salan hatin cezakirin. Du leşkerên di nav bersûcan de bûn hatin berdan.
Bersûc û parêzerên wan beşdarî rûniştina li Mehkemeya Cezayên Giran a 13emîn li Enqereyê bûn.
Di beşa piştî nîvro ya rûniştinê de heyeta mehkemeyê biryara xwe eşkere kir.
Li gor vê di doza der barê rehîngirthina Fahrî Kasirgayê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê de 18 bersûc bi cezayê muebetê ya ku hatiye girankirin û 12 salan, 5 bersûc bi 10 salan, Muhsîn Kutsî Barişê Kurmay Serheng ê Fermandarê Alaya Muhafizên Serokomariyê jî bi 12 salan hatin cezakirin. Du leşkerên di nav bersûcan de bûn hatin berdan.