İbrahim Atmaca
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
VAN
Di hewzeya Gola Wanê da ji sedan cureyên çûkan 213 cure hatin tesbîtkirin û cureyên cuda merivan hejmetkar dihêle.
Ji ber ku hewzeya Gola Wanê li ser rêya koça çûkan e, her serdem çûkên cureyên wan cuda tên û lê datînin. Ji ber ku di hewzeya Gola Wanê da av îsal zêde bû, cureyên çûkan jî zêde bûn.

Flamîngo di serî da cureyên wek qubeqaz, çîpdirêj, poçikdirêj, nikilşûr, masîxwur, cilibita heleq û sakar meke tên hewzeyê.

Ji ber ku di salên borî da baran kêm dibarî, av kêm dibû, lê îsal ji ber ku baran jî zêde barî çûk ji hewzeyê xalî nabin.
Midûrê Navenda Parastina Heywanên Kovî û Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Lokman Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li giştiyê hewzeyê av zêde bû û wan tesîra zêdebûna avê li ser heywanên kovî lêkolîn kir.

Aslan diyar kir ku li Tirkiyeyê 453 cureyên çûkan hene û nîvê wan li ser Gola Erçekê ya hewzeya Gola Wanê tê dîtin û çûk giştî ji bo hêkkirinê cihê ewle digerin.
Prof. Dr. Aslan diyar kir ku flamîngoyan îsal Gola Spî (Ak Gol) tercîh kirin û wiha dewam kir:

"Gola Spî her sal havînê dimirçiqe, lê îsal nemirçiqî. Ji ber ku seba flamîngoyan li vê derê cihê xwarinê zêde ne û seba wan cihekî ewle ye, flamîngo îsal hatin ser vê golê. Salên çûyî flamîngo li van deran nedihatin dîtin, lê îsal ji ber ku av heye, xwe didin vê derê."