Fatih Gazioğlu
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navçeya Gewaşê li qeraxê Gola Wanê ji bo gel plajeke nû vedike.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, Şaredariya Wanê piştî plajên ku li navçeyên Edremît, Tuşba û Erdîşê vekiribûn niha amadehiyan dike ku plajekê jî li navçeya Gewaşê veke.

Xebatên çêkirina plaja nû li qeraxê Keretaşê ya ku dikeve hemberî Girava Axdamarê dewam dike. Plaja nû li ser ciyekî bi qasî 25 donîm tê çêkirin û ji sedî 90ê wê temam bûye. Li pilaja nû ciyên serşuştinê, lengergeh, kamelya, sehaya fitbolê û kafeterya tên çêkirin.
Arîkarê Sekreterê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cem Ulker Kaplan daxuyanî da û wiha axivî: "
"Ev projeyeke gelekî girîng e. Me li navçeyê gelek xebat kirin. Gelê Wanê şahidê me ye. Qeraxên me berê zehf qirêj bûn. Piştî qeyum hat wezîfedarkirin li navçeyên Edremît, Tuşba û Erdîşê ji bo gelê xwe me hin plaj vekirin. Berê gelê me nikaribû here qeraxê golê. Cî tunebûn. Niha welatiyên me tên plajên me û dikevin golê. Gelê me ji me gelekî razî ye."