İbrahim Atmaca
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
IGDIR
Di çarçoveya projeya "Xurtkirina Jiyana Siruştî" ya Wezareta Çandinî û Daristanê da li ser Çiyayê Agiriyê hezar heb kew hatin danîn.
Kewên ku Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê hatin danîn, li Çêwlika Heywanên Kovî ya Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî hatin xwedîkirin.
Ji bo ku populasyona kewan zêde bibe û hevsengiya kêzikên ku li siruştê mezin dibin, çêbibe kew hatin berdan.
Qaymeqamê Karakoyunluyê Kamil Guzel jî beşdarî bernameyê bû û daxuyanî da rojanamegeran û wiha got, "Ez bawer dikim ku bi vê projeyê va hejmara kewên çolê wê zêde be. Îro hezar kewên ku şandin, me li Çiyayê Agiriyê danîn."
Midûrê Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî Mete Turkoglu jî got ku kew gene û kêzikên zirardar dixwin û mirovan ji nexweşiyan diparêzin.
Bi beşdariya Rektorê Zanîngeha Îdirê Prof. Dr. Mehmet Hakki Alma va kew di nav qefesan da heta quntara Çiyayê Agiriyê anîn û li wê derê hatin berdan.